BERHEMÊN WÎ
Tevgerên Neteweyî yên Kurd û Li Iraqê Şoreşa Kurdistanê

Tevgerên Neteweyî yên Kurd û Li Iraqê Şoreşa Kurdistanê

1975

Ev xebat bi tirkî û kurdî hatiye amadekirin û beşa der barê Kurdistana Iraqê de jî, bi navê "Kuzey Irak Kürt Halk Hareketi ve Baas Irkçılığı” (Tevgera Gelê Kurd a Bakurê Iraqê û Nîjadperestiya Beas) di sala 1975'an de ji aliyê Weşanên Komalê ve hatiye weşandin. Tevahiya pirtûkê jî di sala 1997'an de ji hêla Weşanên APECê ve li Stockholmê hatiye weşandin.
Tevgera Gelê Kurd a Bakurê Iraqê û Nîjadperestiya Beas

Tevgera Gelê Kurd a Bakurê Iraqê û Nîjadperestiya Beas

1975

Beşeke wê ji aliyê Weşanên Komalê ve di sala 1975'an de hatiye weşandin.
Zmanê Kurd

Zmanê Kurd

1976

Ev pirtûk ji aliyê Kamûran Bedirxan û Dr. Şivan ve hatiye nivîsandin ku li ser rêzimana kurdî ye. Pirtûk di 1976'an de ji hêla Weşanên Kawa ve hatiye çapkirin.
Cahş û Cahşîtî

Cahş û Cahşîtî



Bi kurmancî hatiye nivîsandin, di halê teksîr de ye û hîn nehatiye weşandin.

Kêşeya Neteweyên Serdest û Bindest



Di vê pirtûkê de li ser şerê gerîla û pratîkên li dinyayê tê sekinandin, lê hîn nehatiye weşandin.

Memo Qol



Romanek e ku li ser sîlehşorekî dêrsimî hatiye nivîsandin, lê çi heyf ku aqûbeta wê nayê zanîn.

Ferheng Kurdî û Tırkî

1971, 1975

Ferhenga Kurmancî-îngilîzî-Fransizî ya zimanzana fransiz Joyce Blau ye. Dr. Şivan bi gelek lêzêdekirinan wergerandiye tirkî. Çapa pêşîn a vê ferhenga ku wî amade kiriye di sala 1971'ê de û çapa duyem jî di 1975'an de li Belçîkayê hatiye weşandin.